Tirkiye derdorê Til Temerê topbaran dike
topbaran duhê destpê kiriye û hîn jî didome.
Topbaran ji duhê bişev ve destpê kiriye û hîn jî berdewame.
Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantv yê li Rojavayê Kurdistanê dane, duhê bi şev artêşa Tirkiye û komên cîhadî bi tundî derdorê Til Temer, Zergan û çend cîhên din topbaran kirine.
Her duhê bişev bajarokê Zerganê ji aliyê artêşa Tirkiye û komên cîhadî ve hatiye topbarankirin.
Topbaran hîn jî berdewame û ti zirarên canî yên topbaranê jî nebûne.
