• Tuesday, 17 February 2026
logo

Çawîşoglu: Li gor nexşerêyê çek ji YPGê tên standin

Çawîşoglu: Li gor nexşerêyê çek ji YPGê tên standin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu radigihîne, çekên di destê YPGê de ne dê ji wan were standin û dê ji Minbicê derkevin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu di derbarê hevdîtina xwe ya digel hevpostê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo de daxuyanî da rojnamevanan got: Çekên di destê YPGê de ne dê ji wan were standin. Ji bo cibicîkirina nexşereya Menbicê ewê di nava 10 rojan dest bi xebatên amedekariyê bikin.

Çawîşoglu diyar kir jî, rêkeftina wan a bi Amerîka re ji 3 qonaxan pêk tê û berî 6 mehan dê were cibicîkirin.

Çawîşoglu û Pompeo duh li Washingtonê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de civiyabûn, piştî civînê hat ragihandin ku her du aliyan derbarê Minbicê de li ser nexşerêyekê lihev kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê amaje kir, civîna wan a duyemîn a bi Mike Pompeo re dê meha bê li Tirkiyeyê bi rê ve biçe.

K24
Top