• Thursday, 26 February 2026
logo

Malbatên gundê Şarebanê daxwaz dikin li Xaneqînê bicîh bibin

Gulan Media October 29, 2021 Nûçe
Malbatên gundê Şarebanê daxwaz dikin li Xaneqînê bicîh bibin

Qeymeqamê Qezaya xaneqîn ragihand ku beşek ji niştecihên qezaya Şareban daxwaz kirine li Xaneqîn bicîh bibin, lê şiyana wan a lixwegirtina wan malbatên nîne.” Qeymeqamê Qezaya Xaneqîn ser bi parêzgeha Diyale Dilêr Saye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, hejmarek malbatên qezaya Şareban ku tê texmînkirin 250 malbat bin, bi awayekî devkî daxwaz kirine li Xaneqîn bicîh bibin.

Qeymeqamê Qezaya Xaneqîn amaje bi wê yekê da ku di dema niha de şiyana Xaneqîn a pêşwazîkirina li wan malbatan nîne, bi taybetî di warê lojîstîkî de, nebûna cihê taybet bi pêşwazîkirina koçberan, bi taybetî piştî biryara hikûmeta Iraqê ya hilweşandina hemû kampan.

Daxwaza wan malbatan piştî êrîşeke DAIŞê bo ser gundê Reşad ê sînorê qezaya Şareban tê, ku tê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Şeva Sêşembê 26ê Cotmeha 2021ê hejmarek çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Reşad ser bi qezaya Şareban a parêzgeha Diyale kirin ku 90 kîlometre dikeve bakurê rojhilatê bajarê Bexdayê.

Piştî êrîşê, Parêzgarê Diyale Mûsenna Temîmî ji Rûdawê re got: “Di êrîşê de 11 kes hatin kuştin.” Wek Parêzgarê Diyale dibêje, çekdarên DAIŞê kemînek bo malekê danîne û kirine armanc. Xelk jî bi hewara wê malbatê ve çûne û şer çêbûye.

Herwiha sere sibeha roja Çarşembê, Berpirsê Ragihandina Tendirûstiya Parêzgeha Diyale Faris Ezawî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku hejmara qurbaniyên êrîşa ser gundê Reşad gehiştiye 15 kesan û zêdeyî 15 kes jî birîndar bûne.

Cîgirê parêzgarê Diyale Kerîm Elî jî bo Rûdawê ragihand ku ew gundê ketiye ber êrîşê, niştecihên wê Şîe ne, wan jî bo tolstandinê êrîşî gundekî nêzîkê xwe yê Sunnenişîn kirine û çend kes kuştine û birîndar kirine. Kerîm Elî derbarê rewşa Diyale de hişyarî da û got: “Metirsiyeke zêde ya derketina şerê hoz û mezheban heye, lewra divê bilez rewşa emnî ya navçeyê bê çareserkirin.”

Şeva borî jî DAIŞê bi rêya kanalên Telegramê, derbarê êrîşa Şareban de ragihand ku piştî şeş kesên “Rafizî-Şîe” li nêzîkê zeviyên kiştûkalî yên gundê Reşad li navçeya Mîqdadiye dîl girtine, piştî lêpirsîna ligel wan her şeş kes kuştine. DAIŞ dibêje, çekdarên wan kemîn bo wan hêzan danîne ku bi hewara wan şeş kesan ve çûne û piştî gehiştina du otomobîlan ku 10 kes di wan de bûne, “Mucahîd” bi çekan rûbirûyê wan bûne, hemû kuştine û otomobîlên wan têkdane.

DAIŞê herwiha amaje bi wê yekê daye ku li ser armancgirtina wan kesan berdewam bûne ku bi hewara “Rafiziyan” ve çûne û di encam de 15 kes kuştine û bi kêmanî 20 kes jî birîndar kirine. Li gor îdîayên DAIŞê, çekdarên wan bê zerar vegeriyane navçeyên xwe.

 

Rudaw

Top