Xîyaneta 16ê Cotmehê hê jî dewam dike
Di derbarê biryara girtina Wekîlê Serokê Meclîsa Bajêr ya Kerkûkê Rêbwar Talabanî de ji ofîsa Serok Barzanî daxuyaniyeke hişk hate kirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Biryara girtina Rêbwar Talabanî dewama îxaneta 16ê Cotmehê ye. Ji ber ku Rebwar Talabanî adil û Kurdperwere e, ev biryar hatiye derxistin.
Bila her kes bizanibe ku hemî Kurdên bi namûs li cem Rebwar Talabanî ne û wê her dem piştgiriya wî bikin.
Waar.tv
