• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sê serbazên Tirkiyê hatin kuştin

Sê serbazên Tirkiyê hatin kuştin
Li ser sînorên Iraq û Tirkiyê, li bajarê Colemêrgê 3 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 2 serbazên din birîndar bûn.

Serokerkaniya Tirkiyê ragihand, ku li bajarokê Şemzînanê yê ser bi Colemêrgê ve, gerîlayên PKKê bi mûşekan êrîşê serbazên Tirkiyê kirin dema ku wan serbazan ewlekariya rê diparastin û di encamê de 3 serbaz hatin kuştin û 2 serbazên din birîndar bûne.

Herwiha Serokerkaniya Tirkiyê diyar kir, ku piştî êrîşê, hêzên wan li dijî PKKê operasyoneke berfireh destpê kirin.

K24
Top