• Tuesday, 17 February 2026
logo

PKKê li Şemzînanê êrişî leşkeran kir: 3 kuştî

PKKê li Şemzînanê êrişî leşkeran kir: 3 kuştî
Li parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê gerîlayên PKKê êrişî baregeheke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê kirin û di encamê de 3 leşekrên Tirkiyê hatin kuştin.



Li gorî agahiyan, êvara îro Yekşemî 3ê Hezîrana 2018 û di demjimêr 18:00an de, li navçeya Şemzanînê ya ser bi Colemêrgê ve baregeheke leşkerî ya hêzên Tirkiyê li ser sînor rastî êrişê hatiye.



Walîtiya Colemêrgê derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, ku gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrişî baregehe leşkerî ya wî welatî kirine.



Li gorî daxuyaniyê, êriş bi roketê hatiye encamdan û di encama vê êrişê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.



Walîtiya Colemêrgê diyar kiriye, ku cihê ku êriş lê hatiye kirin, dikeve beramberî devera Baziyan a Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top