• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkiye: Rêketina me û Amerîka hemû navçeyên di destê HSDê de lixwe digire

Tirkiye: Rêketina me û Amerîka hemû navçeyên di destê HSDê de lixwe digire
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû ragihand, ku nexşerêya di navbera wan û Amerîka de, ne tenê bajarê Minbicê li xwe digire, lê ewê tevahiya navçeyên di destê HSDê de lixwe bigire.

Mewlûd Çawîşoglû di daxuyaniyekê de ragihand, ku derketina hêzên Sûrya Demokrat ji bajarê Minbicê, wê di serê gotûbêjên wî yên li gel wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo de be.

Eşkere jî kir ku nexşerêya di navbera wan û Amerîka de ne tenê bajarê Minbicê ye, lê wan li ser tevahiya navçeyên di destê HSDê de li gel Amerîka lihev kiriye û bi gotina wî: Her dema pilana me li Minbicê biser keve, emê li navçeyên din jî yên di destê HSDê de pilana xwe bicî bikin.

Herwiha Çawîşoglû tekez kir, ku divê kar li ser parastina yekîtiya axa Sûryê bê kirin.

Basnews
Top