• Tuesday, 17 February 2026
logo

Balyozê Tirkiyê: Qut kirina ava Dîcle bi şêwira li gel hikûmeta Ebadî pêkhat!

Balyozê Tirkiyê: Qut kirina ava Dîcle bi şêwira li gel hikûmeta Ebadî pêkhat!
Balyozê Tirkiyê li Bexdayê, bersiva bertekên fermî û nerazîbûnên li şeqamên Iraqê yên derbarê qut kirina ava çemê Dîclê û ava kirina bendava İlisu bersiv da.

Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildiz bi beyanameyekê ragehand: ‘’Doza birayên me yên Iraqî ya derbarê avê de ez dibînim û nameya we hemûyan qebûl dikim. Hemû name û dozên we dê bigehin Enqerê, ne ji ber ez balyoz im, ji ber ez dost û yek ji Bexdadiyan im.’’

Balyozê Tirkiyê li Bexdayê ragehand: ‘’Ez dixwazim hun rastiyan bizanin. Tirkiye dema ku dixwaze li bendava Ilisu avê kombike, nêrîna xwe ya ji bo alîkariyê nîşanda û vê carê jî berî avê kom bike ew nêrîn ragehand û demek berî naha şandeyek teknîkî ya Iraqê serdana Enqerê kir û bi agahiya Iraqê ev yek pêkhat.’’

Herwaha got: ‘’Tirkiye ti pêngavek bê şêwirandina cîranên xwe navêje û ev pêngave jî bi şêwira li gel cîranên xwe avêtiye.’’

Basnews
Top