Şêwirmendên serbazî yên Îranî ji bajarê Til Rif'et derketin
Riwangeha diyar kir, ku bi rêketineke Tirkî Rûsî, wê Artêşa Tirkiyê derbasî bajarê Til Rif'et bibe, di beramber de, wê çekdarên opozisyona Sûryê ji hejmarek ji navçeyên gundewarê Idlibê û Laziqiyê derkevin.
Ji aliyê xwe ve, serokê nivîsgeha siyasî di Encûmena Serbazî ya Til Rif'et de, ya ser bi Artêşa Azad ve Beşîr Elyût ragihand, ku heya niha ti ferman ji wan re nehatiye ku artêşa Tirkiyê wê derbasî bajarê Til Rif'et bibe yan jî amadekariyên derbasbûna wî bajarî dike.
Beşîr Elyût tekez kir, ku berî encamdana hilbijartinên Serokatiya Tirkiyê, Artêşa wî welatî derbasî bajarê Til Rif'et nabe.
Herwiha Elyût got: Beşek ji hêzên rêjîma Sûryê û HSD ji wê deverê vekişiya ye û nêzîkî 70 malbatî ji wî bajarî derketiye ku piraniya wan meşextên Efrînê bûn.
Rudaw
