Rêvebirê Sîdekanê: Xelkê daxwazên leşkerên Tirkiyê red kirin
Rêvebirê navçeya Sîdekan Îhsan Çelebî ji Rûdawê re diyar kir ku ew leşkerên Artêşa Tirkiyê ên 31ê Gulan 2018ê çûn nav gundê Bermîzeyê yê li sînorê Soranê 2 seat di nava gund de gerane û piştre vegerane baregehên xwe.
Îhsan Çelebî wiha got: “Ew hêza hatibû gundê Bermîzê niha bi temamî ji gund dûr ketine û vegerane baregehên xwe. Ew têne 2 seattan di nav xelkê gund man û daxwaza alîkariyê ji xelkê kirin lê xelkê red kir. Lewma jî sînorê gund bi temamî vala kirin. Divê ev yek nebe mijara rikeberiya siyasî û xelkê herêmê biryar daye hevkariya bi PKK û leşkerên Tirkiyê re nekin.”
Roja pencşema 31ê Gulan 2018ê Leşkerên Artêşa Tirkiyê bi wesayîtên xwe çûbûn nav gundî Başûrê Kurdistanê yê li sînorê Soranê, Bermîzeyê.
Leşkerên Tirkiyê yên ku ketîn nav gundê Bermîze, Lîwaya 3 ya Piyade ya ser bi Fermandariya Firqeya 34 a Sînorparêz û Fermandeya Qomando ya ser bi Fermandariya Giştî ya Hêzên Cendirme bû.
Rudaw
