• Tuesday, 17 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê rehimê bi şiwanan jî nekir

Artêşa Tirkiyê rehimê bi şiwanan jî nekir
Leşkerên Tirkiyeyê bi tundî eşkence li şiwanan kiriye.

Li gor nûçeyeke ajansa Mezopotamyayê li devera Şemzînanê artêşa Tirk du şiwanên ku rojî bûne deste ser kiriye û bi qasî du seatan eşkence li wan kiriye.

Ew du şiwanên han di dema çirandina sewalên xwe de ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine girtin û eşkence li wan hatiye kirin û jiber tundiya eşkenceyê ew her du şiwan ku navên wan Nasir Taş û Ramazan Aktaşe ji hişê xwe çûne û piştî demekî ji aliyê şêniyên deverê ve hatine dîtin.

Ye ji wan şiwanan bi nave Nasir Taş ji ajansa Mezopotamyayê re gotiye: Dema me pezê xwe diçêrand grûbeke leşkeran ku 8 kesan pêk dihat nêzîkî min bûn û pirsên ‘ka PKKeyî li kur in, we ew dîtin, kî alîkariya wan dike?' pirsîn. Min jî got em hê nû hatine, me kes nediye û em pezê xwe diçêrînin. Hê peyva me di devê min de bi dipçîkan êrişî min kirin û li min dan. Darê destê mi derxistin û paşî bi wî li min dan."
Top