• Tuesday, 17 February 2026
logo

YPG: Me li Efrînê çendîn leşker û çekdar kuştin

YPG: Me li Efrînê çendîn leşker û çekdar kuştin
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) amarên êrişên 30-31ê Gulanê yên ser Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên li Efrînê eşkere kir.



Li gor ragihandina YPGê, di çarçoveya qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê de, hêzên wan li herêma Efrînê armanckirina Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê didomînin.



Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “li gundê Qurtqulaq ê ser bi bajarokê Şera yê herêma Efrînê, şeva 30-05-2018an êrişek bi ser binkeyeke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê de hat encamdan. Di encama êrişê de gelek leşkerên Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê hatin kuştin”.



Herwiha di daxuyaniyê de behsa wê yekê jî hatiye kirin ku roja 31-05- 2018an saet 15:00 li derdora gundê Merîmîn ê 7 kîlometre dûrî navenda bajarê Efrînê, êrişek bi ser binkeyeke leşkerî de hatiye kirin û piştî şer û pevçûnan ku 45 xulek ajotiye, hejmareke mezin ji leşker û çekdaran hatine kuştin û birîndarkirin.



Li gor daxuyaniyê di herdu êrişan de 3 şervanên YPGê şehîd bûne, ku çend roj şûnde nasnameyên wan dê ji raya giştî re were eşkerekirin.



Hêjayî gotinê ye ku li ser vê mijarê hêj ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Rudaw
Top