Hikûmeta Kurdistanê li ser girtina ava Başûr ji aliyê Îranê ve daxuyaniyek da
Îro danê sibê Îranê ava çemê Xase, ku ji çemê Zêyê Biçûk derbasî devera Pişder ya Başûr dibe, girt û kirîza avê li Pişderê derket.
Li ser vê mijarê, Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand, wezîrê demkî yê çandinî û çavkaniyên avê Rêbaz Heman, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî pêwendî bi konsulê Îranê li Hewlêrê kirine û hewl didin wê arîşeyê çareser bikin.
Di daxuyaniyê de hatitye gotin ku ev cara duyemîn e Îranê ava vexwarinê li ser xelkê Başûrê Kurdistanê de digire, di demekî de hîn ne wextê girtina avê ye jî.
Wê wezareta hikûmeta Kurdistanê daye zanîn, wan hikûmeta Iraqê jî li ser vê mijarê agahdar kirine.
Basnews
