• Thursday, 26 February 2026
logo

Taliban li şûna pereyan genim dide karkeran

Gulan Media October 25, 2021 Nûçe
Taliban li şûna pereyan genim dide karkeran

Hikûmeta Talibanê li Efxanistanê dest bi projeyekê kiriye, tê de derfeta kar dide bi hezaran kesan, lê wek heqdest li cihê pereyan dê genim bide wan karkeran.

Li gor berpirsên Talibanê birya re li gelek bajar û bajarokên Efxanistanê ev proje bê cîbicîhkirin û hejmareke zêde ya xelkê Efxanistanê tê de kar bikin, ji wan 40 hezar karker tenê li Kabul paytext in.

Ebdulrehman Reşîd, Wekîlê Wezîrê Çandiniyê yê hikûmeta demkî ya Talibanê ragihand, “Ev proje ji bo nehiştina krîza xwarin, hejarî û birçîbûnê ye. Gelek sedemên hejarî û birçîbûnê hene, yek jê Corona ye, duyem hişkesalî ye li Efxanistan û  navçeyê, sêyem rawestandina alîkariyan e bo Efxanistanê û cemidandina pereyên Efxanistanê ne di bankeyan de.”

Ev proje bo dema du mehan berdewam dike û Taliban 11 hezar û 600 ton genim li Kabulê, 55 hezar ton genim li navçeyên din ên wî welatî li ser karkeran belav dike, wek Herat, Celalabad, Kandahar, Mezar Şerîf û Polê Xumrî.

Di vê projeyê de karker dê kenalên avê û cokan li nav çiyan bikolin ji bo komkirina ava baran û berfê û rûbirûbûna pirsgirêka keşûhewayê. 

Zebîhullah Mucahid, Berdevkê Talibanê derbarê projeyê de ragihandiye, “Em dixwazin xelkên xwe ji rewşa niha derxin û alîkariya wan bikin, ji aliyê aborî ve. Alîkariyên cîhanî jî gehiştin ber destê me. Emê hewl bidin xwarin û cilan belav bikin, hemû pirsgirêk dê çareser bibin.”

Li aliyekî din, Alîkarê Serokê Ajansa Pêşketinê Riyazettîn Şerîfî ragihandiye, ku di warê aborî de Efxanistan di rojên pir zehmet re derbas dibe.

Riferîfî got, “Ji bo karkerên ku di çarçoveya projeya 2 mehan de dixebitin, ji her kesî re dê rojane 10 kîlo genim, û ji endazyaran re jî 16.5 kîlo genimbê dayîn.”

15ê Tabaxa borî Talibanê Kabula paytexta Afganistanê kontrol kir û dest danî ser desthilata wî welatî. Piştre 30ê heman mehê Amerîkayê leşkereê xwe yê dawî ji wir vekişand û ew welat bo çarenivîseke ne diyar bi cîh hişt.

 

Rudaw

 

Top