• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bangeşeya hilbijartinan berdewamdike

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bangeşeya hilbijartinan berdewamdike
Di vê çerovê de hevseroka HDPê pervin Buldan ê li İdirê li gel berbijêrên partîya xwe yên wî bajarî mitingeke pêkanî.
Buldanê di mitingê de rexne li hukumetê û serokkomarê Tirkiye yê Recep Tayyip Erdogan kir û got: “Li tu derê cihanê nabe ku berbijêrekê serokkomarîyê di girtigehê de be. Li ser vêya re jî hukumet di xwaze Demirtaş kar û xebatên xwe birêvenebe. Hun çiqas demirtaş asteng jî bikin hun nikarin gel bi xapinî.”
Ji aliyê din ve hevserokê din yê HDPê Sezai Temelli jî li Bedlisê di çerçoveya xabatên hilbijartinê de çeng miting li darxist. Temelli jî di gotarên xwe de wiha got: “Ew hêvî dike ku bi sucbarkirina demîrtaş ewê gelê kurd bi xapine. Ew dibêjin me nexweşxaneyên nu çêkirin. Ji bo ku parêyê li van nexweşxaneya derbixe wê we nexweş bike.”

Waar.tv
Top