Fraksiyona PDKê: Dibe Pêşmerge di rêza yekem ya wergirtina mûçeyan be
Ev jî têkista daxuyaniyê ye:
Fraksiyona PDKê hêzên Pêşmergeyên qehreman û hêzên navxweyî û xanenişînan piştrast dike ku, li gel aliyên pêwendîdar ên hikûmetê li ser xetê ne ku, bi çi şêweyekê be berî cejnê mûçeyên Pêşmerge, hêzên navxweyî û xanenişînan belav bike, dezgehên hikûmetê piştrast kiriye ku, li gor sîstema niha her 30 rojan carekê mûçe têne belav kirin, lê dîsa parêzeran, hêzên asayîş û xanenişînên birêz piştrast dikin ku, dê hewl û fişarê xwe bikin daku, ew babete çareser bibe.
Herwiha careke din tekeziyê li ser wê yekê dikin ku, li gor biryara hejmar (19) ya Parlamentoya Kurdistanê divê pêşmerge di rêza sereke de bin di belav kirina mûçeyan nek li dawiyê, ji bo vê mebestê hewl û fişarên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berdewam in.
K24
