Grûpên çekdaran du gundên Til Temirê topbaran kirin
Grûpên Çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi topan êrîşî hin gundên bajarokê Til Temirê ya li parêzgeha Hesekê dikin.
Li gorî agahiyên K24ê ku ji çavkaniyên xwecihî bi dest xistine, îro danê sibê grûpên çekdaran, gundên Tel Şenan û Derdara yên ser bi Til Temirê ve topbaran kirin.
Li gor zanyariyan, gundên Tel Şenan û Derdara di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne û heta niha dengê çek û teqemeniyan tê bihîstin.
Ji aliyê din ve hate ragihandin, li bakurê Helebê di navbera grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û YPG’ê de şer û pevçûn rû didin û grûpên çekdaran du gundên herêmê bombebaran kirin.
K24
