• Tuesday, 17 February 2026
logo

Netewên Yekgirtî: Rewşa Kerkûkê xerab e

Netewên Yekgirtî: Rewşa Kerkûkê xerab e
Nûnerê Taybet yê Netewên Yekgirtî yê ji bo Iraqê Jan Kubis di derbarê Kerkûkê de axivî û ragihand ku rewş li wî bajarî xerab e.

Nûnerê Taybet yê Netewên Yekgirtî yê ji bo Iraqê Jan Kubis li New Yorkê civîneke çapemeniyê pêkanî.

Jan Kubis di derbarê hibijartinên 12ê Gulanê û rewşa Kerkûkê de axivî û got, “Li Kerkûkê rewşa xerab e. Li wê deverê di derbarê hilbijartinan de gelek gilî hene. Me serî li Komîsyona Hilbijartinan a Bilind a Iraqê de ku li ser giliyên xelkê bi awayekî cidî rawestin. Eger pêwîst bike divê li hin deveran deng ji nû ve werin hejmartin.”

basnews
Top