• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Cîgirê Serokkomarê Îraqê civiya

Serok Barzanî li gel Cîgirê Serokkomarê Îraqê civiya
Behsa helwesta aliyên siyasî yên Îraqê derbarê pêşeroja Îraqê de kirin.

Duh li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokkomarê Îraqê Osame Nocêfî û şandeke pê re kir.

Di civînê de Serok Barzanî û Nocêfî nêrînên xwe yên derbarê hevkêşeyên siyasî yên li Îraqê ên li piştî hilbijartinan lihev guhastin û behsa eger û çawetiya ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin.

Her di heman civînê de her du alî behsa pêşhatên dawî yên li Îraq û helwesta aliyên serkeftî yên di hilbijartinan de derbarê pêşeroja Îraqê de kirin.
Top