24 kes ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatin bidarvekirin
Li Sûriyê 24 kes bi tohmeta derxistina şewatên enqest ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatin bidarvekirin.
Ajansa SANA eşkere kir: “Şeva borî 24 tawanbar hatin bidarvekirin, ji ber encamdana çend kiryarên terorîstî yên şewitandinê, ku di wan bûyeran de çend kesan canê xwe ji dest dabûn û gelek zirarên madî gihiştibûn jêrxana Sûriyê.”
Herwiha ragihand: “Ew 24 kes di şewatên dawiya havîna borî de, madeyên sotemenî yên bihêz bi kar anîne û ji ber vê yekê zirareke mezin li serweta giştî û taybet gihiştiye.”
Basnews
