• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê: deverên başûrê Kerkûkê ketine destê DAIŞê!

Berpirsekî PDKê: deverên başûrê Kerkûkê ketine destê DAIŞê!
Berpirsekî PDKê dibêje, deverên başûrê parêzgeha Kerkûkê di destê terorîstên DAIŞê de ne!

Berpirsê liqa PDKê li Kerkûkê, Kawe Ehmed ji BasNewsê re got, ev demek e hereketa terorîstên DAIŞê li derdora Kerkûkê bi taybet li başûrê parêzgehê zêde bûye.

Kawe Ehmed her wiha got, hereketên terorîstan ew qasî zêde bûne ku mirov dikare bi hêsanî bêje ew dever bi temamî di destê DAIŞê de ne. Terorîstên DAIŞê bi kêfa xwe welatiyan direvînin û dikujin.

Wî berpirsê PDKê anî ziman, rewşa ewlehiyê ji ber milîsên Heşda Şeibî xirab bûye ji ber wê jî terorîstên DAIŞê ji wê yekê sûd dibînin û xwe bihêz dikin. Dema hêzên Pêşmerge li Kerkûkê bûn terorîstên DAIŞê nedikarîn bi hêsanî hereket bikin lê piştî 16 Cotmeha par rewş hat guhertin.

Top