Hevpeymaniya Nesir: Em rê nadin pêşmerge vegere Kerkûkê
Nazim Seidî derbarê pêkanîna hikûmet û nerîna serokê lîsta Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî de dibêje, Heyder Ebadî red kiriye ku danustandinê ligel wan partiyan bike, ku mercên pêşwext hebin ji bo pêkanîna hikumetê.
Seidî amaje bi zanyariyên derbarê vegera hêzên pêşmerge bo Kerkûkê û navçeyên arîşedar ên navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got, ew rê nadin ku hêzên pêşmerge careke din vegerin navçeyên cihê nakokiyê.
Bi gotina Seidî, Artêşa Iraqê ewlekariya wan navçeyan diparêze û pêwîstî bi hebûna hêzeke din li wan navçeyan nake.
Wî parlamenterê Hevpeymaniya Nesir herwiha da xuyakirin, ku divê pêşmerge vegere cihên xwe yên berê û îdia kir, ku hebûna artêşa Iraqê li navçeyên nakokî li ser baştirîn çareserî ye ji bo cibicîkirina madeya 140 a destûrê.
Parlamenterê Hevpeymaniya Nesir, Nazim Seidî herwiha idîa dike, ku hêzên pêşmerge gelek binpêkarî li wan navçeyan kirine, ji ber vê yekê xelkê wan navçeyan jî hebûna pêşmerge qebûl nakin.
Rudaw
