• Thursday, 26 February 2026
logo

Şandeke Parlamentoya Kurdistanê serdana Îtalyayê kir

Gulan Media October 21, 2021 Nûçe
Şandeke Parlamentoya Kurdistanê serdana Îtalyayê kir

Şanda Lijneya Ewqaf û Karûbarên Olî ya Parlamentoya Kurdistanê li ser vexwendineke fermî, serdana welatê Îtalyayê kir.

Biryarderê Lijneya Ewqaf û Karûbarên Olî ya Parlamentoya Kurdistanê Weysî Seîd ji K24ê re ragihand; li Romaya paytexta Îtalyayê çendîn hevdîtin û civîn ligel Şandeyê Taybet ê Serokê Encûmena Wezîran a Îtalyayê yê ji bo Pêkvejiyan û Têkoşîna dijî  Regezperestî û Şandeyê Wezareta Derve ya Îtalyayê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn a Mezin encam dan.

Weysî Seîd diyar kir ku di rûniştinan de behsa rewşa pêkvejiyan û fire olî û netewî ya li Herêma Kurdistanê hat kirin, ku bûye nasname û kulturek di dîroka xelkê Kurdistanê de û faktora berdewambûna jiyanê di navbera pêkhateyan de.

Herwiha behsa rola çalak a Parlamentoya Kurdistanê di bercestekirina fikra pêkvejiyana aştiyane de hatiye kirin, bi taybetî bi wan yasa û biryarên ku pesend kirin û girêdayî parastina mafên pêkhateyên li Herêma Kurdistanê ne.

Di beşeke din a rûniştinan de behsa girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ku li ser bingeha parastin û bihêzkirina pêkvejiyana olî ya li Herêma Kurdistanê dixebite.

 

K24

Top