• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya behsa rewşa Iraqê kirin

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya behsa rewşa Iraqê kirin
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewê li cem Herêma Kurdistanê ve girînge bingehên şeraketa rasteqîneye li proseya dirustbûna biryar û tewafuqa li desthilata yasadanan û tewazuna li kerta aborî û emnî û serbazî û siyasî ya welat.
Îro Çarşema 30.05.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li John Wîlks Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe kir û her wiha bi navê aramiya emnî û rêgirtina ji serhildana terorê daxwaz kir ku hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hevpeymanan berdewam bê.

Her di vê civînê de ronahî xistin li ser rewşa siyasiya Iraqê berî li hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û di derbarê qonaxa piştî hilbijartinan û asoyên pêkanîna hikûmet û rola bandora Herêma Kurdistanê li proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Di derbarê proseya siyasiya Iraqê ya piştî hilbijartinan û danustandinên pêkanîna hikûmetê de, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewê li cem Herêma Kurdistanê ve girînge bingehên şeraketa rasteqîneye li proseya dirustbûna biryar û tewafuqa li desthilata yasadanan û tewazuna li kerta aborî û emnî û serbazî û siyasî ya welat û her wiha danîna mekanîzma bandor ya mîsoger kirina wan sê bingehên serekiye li proseya siyasiya Iraqê da.

Herwiha Balyozê Brîtanya li Iraqê jî wê yekê xisterû ku welatê wan û civaka navdewletî palpiştê eweye ku destûr û danustandin bingeha proseya siyasî bi cûreyek ku aramiya emnî û aborî jî pêkbê.

Waar.tv
Top