• Tuesday, 17 February 2026
logo

Balyozên Brîtanya û Swêdê yên li NY bersiv dan pirsa Efrînê

Balyozên Brîtanya û Swêdê yên li NY bersiv dan pirsa Efrînê
Rûdaw li ser rewşa Efrînê ji balyozên Swêd û Brîtanya yên li Neteweyên Yekbûyî pirsyarek kir. Balyozên herdu welatan diyar kirin ku ji rewşa Efrînê nîgeran in û hewl didin rewşa mirovî ya wî bajarî baştir bibe.



Balyozê Swêdê yê li NY Olof Skoog li ser pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand: “Em jî derbarê rewşa Efrînê nîgeran in û em ê îro behsa vê mijarê bikin, çimku ev beşek ji rewşa mirovî ye ku di nav rewşên giran ên Sûriyê de derketiye holê.”



Balyoza Brîtanyayê ya li NY Karen Pierce jî diyar kir: “Em li Efrînê aramiya zêdetir dixwazin. Em hemû dizanin ku li Efrînê pirsgirêkeke mezin heye û pêwîst e em li gel Neteweyên Yekbûyî biaxivin daku em bizanin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û pêkanîna aramiya zêdetir li herêmê, rêya herî baş çi ye.”



Rûdaw: Derbarê bi zorê awarekirina xelkê Efrînê de û li ser rêdana hatina kesên din daku cihên xelkê Efrînê werbigrin, nêrîna we çi ye? Gelo hûn weke Encûmena Asayişa Navdewletî dikarin çi bikin?



Balyozê Swêdê yê li NY Olof Skoog: Nizanim, em jî li ser rewşa Efrînê nîgeran in û îro em ê vê mijarê behs bikin. Çimku ev beşek ji rewşa mirovî ye ku di nav rewşên giran ên Sûriyê de derketiye holê. Ji ber vê yekê nizanim dê çi bibe, lê Encûmena Asayişê bi hemû hêza xwe ji bo hemû rewşên mirovî dixebite, ku Efrîn jî têde ye. Îro em ê çend bîroke derxin holê daku bizanin çawa dikarin yasayên li ser rewşa mirovî li Sûriyê cîbicî bikin.



Rûdaw: Li ser awarekirina xelkê Efrînê û li ser rêdana hatina kesên din daku cihên xelkê Efrînê werbigrin, nêrîna we çi ye û helwesta we çawa ye?



Balyoza Brîtanyayê ya li NY Karen Pierce: Em li Efrînê aramiya zêdetir dixwazin. Her çi qas di vê mijarê de zanyariyên min ên bi hûrgilî tine ne, lê em hemû dizanin ku li Efrînê pirsgirêkeke mezin heye û pêwîst e em li gel Neteweyên Yekbûyî biaxivin daku em bizanin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û pêkanîna aramiya zêdetir li herêmê, rêya herî baş çi ye.”

Rudaw
Top