Urdin dest bi perwerdekirina hêzên HSDê kir
Li gorî îdîaya wê malperê, şeş efserên Urdinî û çarên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞIê serperiştiya perwerdekirina kûrsa çarem a pasevanên sînoran kiriye û wê kûrsê 18 rojan dewam kir ku perwerde bi çekên sivik dihat kirin.
Herwiha çavkaniyê îdîa kir ku ew hêzên hatine pewerdekirin li ser sînorên navbera Tirkiye-Sûriyeyê û Iraq-Sûriyeyê hatine bicîkirin û mehane 115 hezar lîreyên sûrî muşe werdigirin.
Çavkaniyê hebûna hêzên Erebistana Siûdî li herêmên HSDê red kir û pêşbîn kir ku dibe ew jî di demên pêş de çêbibe.
Hêjayî gotinê ye ku duh hatibû îdîakirin ku Erebistana Siûdî xwe daye ber fînansekirina hêzên parastina sînoran ên girêdayî HSDê lê hîn ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê HSDê ve derbar3e vê mijarê de nehatiye dan.
