Yunanistanê derbarê êrîşên ser Kurdan de lêpirsîn destpê kir
Li Yunanistanê, piştî 5 Kurd rûbirûyê êrîşa çekdarî bûn polîsan lêpirsîn da destpêkirin.
Polîsên Yunanistanê û yekîneyên Dijî Terorê yên wî welatî piştî ku li wî welatî ji aliyê hin kesên nenas ve rêze êrîş bo ser 5 welatiyên Kurd hatin pêkanîn, ketin amadebaşiyê û derbarê bûyeran de dest bi lêpirsînê kirin.
Li go medyaya Yunanistanê, di herdu mehên Îlon û Cotmehê de, li wî welatî du êriş li dijî 5 kesên Kurd hatine pêkanîn, ku alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan in.
Di bûyera yekem de ku roja 5ê Îlona 2021 li bajarê Pire yê Yunanistanê qewmiye, du birayên Kurd ên temenê wan 21 û 25 salî ketin ber êrîşeke çekdarî û ji lingên xwe birîndar bûn. Li gor zanyariyên medyaya Yunanistan, dema ku ew du bira li balkona mala xwe li Akti Moutsopoulou rûniştibûn ji mesafeyek nêz ve gule li wan ketiye û ji lingên wan birîndar bûne.
Piştî mehekê ji bûyera yekem 7ê Cotmeha 2021ê jî li bajarê Anavyssosê 3 Kurdên ji Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ku temenê wan di navbera 25 û 30 salî de bûye, di mala xwe de ketin ber êrîşê û bi giranî birîndar bûn.
Li gor medyaya Yunanistanê, Kurdên ketine ber êrîşa çekdarî, ji Tirkiyê ji ber tirsa desthilatê reviyane û li Yunanistanê serlêdana penabertiyê kirine.
Di demekê de ku li Tirkiyê mijara kuştinên siyasî di rojevê de ye, polîsên Yunanistanê, piştî êrîşên ser Kurdan lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin.
Rudaw
