• Tuesday, 17 February 2026
logo

Yildirim: Mesele ne meseleya Kurdan e. Mesele astengkirina bihêzbûna Tirkiyê ye

Yildirim: Mesele ne meseleya Kurdan e. Mesele astengkirina bihêzbûna Tirkiyê ye
Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim destnîşan kir ku êdî teror ji rojeva Tirkiyeyê derketiye.

Bînalî Yildirim li Meydana Bajêr ya Sêrtê di mitînga AK Partiyê da axivî.

Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: “Wellehî billehî mesele ne meseleya Kurdan e. Mesele astengkirina bihêzbûna Tirkiyeyê ye û qebûlnekirina zengînbûna însanê Tirkiyeyê ye.”

Serokwezîr Yildirim diyar kir ku êdî teror ji rojeva Tirkiyeyê derketiye û wiha got: “Derketina serê çiyê qediya. Zarokên me êdî li pêşerojê mêze dikin. Lewra li serê çiyê rondik û zilm heye.”

Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yildirim destnîşan kir ku ji bona vî gelî pirsgirêka PKK û FETOyê heye û wiha peyivî: “Rêxistina PKKyê ku proje ye pirsgirêkeke vê rêxistina cudakar ya ji bona Kurdan tuneye. Pirsgirêk çi ye hûn dizanin? Kurd û Tirk ferq nake, ji bona vî gelî pirsgirêka PKK û FETOyê heye. Ji bona ev pirsgirêk ji kokê bê çareserkirin çi ji dest were em dikin.”

Yildirim diyar kir ku wê balafirgeha Sêrtê bi temamî nû bikin û wiha got: “Havîn û zivistan yan jî hewaya xweş û hewaya xirab ferq nake, wê balafirgeh vekirî be.”

Waar.tv
Top