Şandeke Almanî serdana Rojavayê Kurdistanê dike
Endamên wê şandê dane xuyakirin, ku armanca serdana wan piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û ji nêzîk ve şopandina rewşa Efrînê ye.
Di civîna herdu aliyan de jî, şanda Almanî diyar kir, ku Hikûmeta Almanya di pirsa Efrînê de piştgiriya Tirkiyê dike, lê ewê wek perlemanterên Partiya Çep a Almanî, kar ji bo têkbirina siyaseta Almanya û Tirkiyê li Efrînê bikin.
Biryar e şanda Almanî, serdana bajarên Amûdê, Kobanê, Minbic û serdana dezgehên (rêveberiya xweser) jî bikin.
K24
