Kalkan: Tirkiye dixwaze Şingalê heya Kerkûkê kontrol bike
Duran Kalkan daxuyanî da ajanseke nêzîkî PKKê û balkişand ser operasyonên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û got: Heger Tirkiye ji zilhêzên cîhanê û hikûmetên navendî destûrê wernegire, ew nikare bikeve Efrîn û Lêlîkanê.
Kalkan diyar kir, niha xuyanî dibe ku, Tirkiye bi hevkariya rêjîma Esed ketiye Efrînê û piştî ku serokerkanê Tirkiyê serdana Bexdayê kir operasyonên ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde bûn.
Navhatî got jî: Tirkiye dagîrkirina Şengal û Kerkûkê jî dixwaze û çavê Tirkiyê li wê yekê ye, ku bi wê riyê hemû axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagîr bike, ku ji xwe wek axa împaratoriya Osmanî dibîne.
Zelal kir, ku niha Tirkiye li wan deveran, hêzên xwe belav dike, qayimqaman û berpirsan erkdar dike, lê di pêşerojê de, wê derbaskirina sînoran serê Tirkiyê bêşîne û pirsgirêkên mezin jê re çêke.
K24
