• Thursday, 26 February 2026
logo

Dolar li hember lîre rekoreke nû tomar kir

Gulan Media October 16, 2021 Nûçe
Dolar li hember lîre rekoreke nû tomar kir

Daketina buhayê lîreya Tirkiyê li hemberî diravên biyanî berdewam e û her dolarek bi 9.26 lîreyên Tirkiyê ye ku ev jî hejmareke pîvanî ya daketina buhayê lîre ye.

Daketina berdewam ya lîreya Tirkiyê rexneyên tund yên opozisyonê li pey xwe anîn bi taybetî guhertina 3 berpirsên pilebilind yên Banka Navendî bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan.

Duh 15 Cotmehî

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu duh 15ê Cotmehê li gel şandeke Maseya Aborî ya partiya xwe serdana Banka Navendî kir û bi serokê bankê Şahab Kavcioglu re civiya.

Kiliçdaroglu pişî civîneke yek demjimêr û 30 xulekan peyamek arasteyî Erdogan kir û daxwaz kir ku êdî destwerdanê di karûbarê Banka Navendî de neke.

Serokê CHPê peyamek arasteyî Serokomarê Tirkiyê kir ku siyastê tevlî Banka Navendî neke û rêzê li nasnameya bankê bigire.

 

Rudaw

Top