• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mezinekî erebên Mûsilê: Şerê li girtîgeha Duhokê ne şerê kurdan û ereban bûye

Mezinekî erebên Mûsilê: Şerê li girtîgeha Duhokê ne şerê kurdan û ereban bûye
Şêxekî erebên Mûsilê dibêje, ew şerê ku di girtîgeha Zirka ya Duhokê de derketiye, ne şerê kurd û ereban e.

Duh bi şev li girtîgeha Zirka ya Duhokê di navbera girtiyan û gardiyanan de şer û alozî derketibû. Di wê rûdanê de 7 girtî miribûn û gelek girtî jî birîndar bibûn.

Li ser wê rûdanê, berdevkê eşêrên ereb yên deşta Mûsilê şêx Muzahim El Huwêt daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, hatiye gotin ku şerê li girtîgeha Zirka ne şerê kurd û ereban e, tenê girtiyekî hewl daye aloziyê çêbike û bireve.

Şêx Muzahim her wiha gotiye, bila ti kes wî şerî neke şerê kurdan û ereban. Yên wisa dibêjin dixwazin kurdan û ereban berdin hev.

Basnews
Top