• Thursday, 26 February 2026
logo

Ekrem Îmamoglu serdana Amedê dike

Gulan Media October 16, 2021 Nûçe
Ekrem Îmamoglu serdana Amedê dike

Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro serdana Ameda Bakûrê Kurdistanê dike.

Ekrem Îmamoglu di çarçova vê serdana xwe de dê beşdarî Pêşangeha Odeya Bîreweran bibe ku ji aliyê hunermend Ahmet Guneştekîn ve hatiye amadekirin.

Şaredarê Stenbolê berî beşdarîkirina di wê pêşangehê de dê li meydana Şêx Şeîd, xelkê Amedê bibîne.

Herwiha piştî pêşangehê demijmêr 18.30 dê di rêûresmên rêzgirtina li hunermendan de beşdar bibe.

 

Rudaw

Top