• Tuesday, 17 February 2026
logo

Du şêwirmend û du serbazên Rûsî li Dêra Zorê hatin kuştin

Du şêwirmend û du serbazên Rûsî li Dêra Zorê hatin kuştin
Wezareta bergiriya Rûsyê ragihand, dema ku hêzên Rûsî li nav xaleke artêşa Sûryê bûn li Dêra Zorê, komeke çekdaran êrîşî wan kirin û di encamê de du şêwirmend û du serbazan Rûsî hatin kuştin û sê serbazên din jî birîndar bûn.

Wezareta bergiriya Rûsî diyar kir, ku hêzên Rûsî bersiva wê êrîşê dan û di encamê de çil û sê çekdar hatin kuştin û şeş otombêlên serbazî hatin jinavbirin.

Ji aliyê xwe ve malpera (Badiye 24) ji ser zimanê hin jêderên xwecihî ragihand, ku piştî wê êrîşê, çekdarên DAIŞê karîn 6 serbazên Rûsî dîl bikin.

Zelal jî kir, ku êrîş li bajarokê Mehkan bûye, yê li rojhilatê gundewarê Dêra Zorê dikeve, ew jî hevdem bû li gel êrîşeke din, ku çekdarên DAIŞê li dijî Feyleqa Pêncan li nêzîkî wê deverê encam dabû.

Herwiha jêderên xwecihî diyar kirin, ku çekdarên DAIŞê rewşa seqayê û hebûna bahozên tozê ji bo êrîşkirinê bikar anîn.

K24
Top