Kiliçdaroglu: Divê pirsgirêka Kurd li parlamentoyê bê çareserkirin
Di karnameya CHPê de rewşa aborî, dadmendî û peywendiyên Tirkiyê yên navnetewî derketin pêş. Herwiha hate diyarkirin ku dê di desthilatiya CHPê de kêşeya Kurd li parlamentoyê bê çareserkirin û cejna Newrozê weke cejneke fermî bê qebulkirin.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu karnameya partiya xwe ya hilbijartinan aşkere kir.
Di karnameya CHPê de derbarê rewşa aborî, edelet û peywendiyên Tirkiyê yên nawnetewî de pêşniyarên CHPê hatin diyarkirin. CHPê di karnameya xwe de cî da kêşeya Kurd jî.
Di karnameyê de pêşniyarên weke “çareserkirina kêşeya Kurd li parlamentoyê, hînkirina zimanê kurdî û zêdekirina dersên bijartî yên kurdî” jî cî girtin.
Derbarê projeyên CHPê de Koordînatorê Hilbijartinan ê CHPê Erdogan Toprak ji Rûdawê re wiha got: “Divê di çarçoveya hemwelatiyên wekhev de her kes bikaribe nasnameya xwe bijî. Yanî divê li vî welatî kurd û tirk bikaribin bi hev re bi awayekî wekhev bijîn. Bikaribin zimanê xwe bi kar bînin. Ji ber wê kêşeya rojhilat û başûrê rojhilat û kêşeya kurdên ku li wê derê dijîn bi tenê em dikarin çareser bikin.”
Mehmet Şerîf Dogru ji Amedê di rêza sêyem de bûye namzetê CHPê. Ew jî dibêje CHP hewl dide ku bendewariyên Kurdan bi cî bine.
Namzetê CHPê Mehmet Şerîf Dogru jî wiha axifî: “Bendewariyên gel ji CHPê mezin in. Em ji vê yekê hayedar in, CHP jî haydar e. Bi taybetî namzetê me yê serokkomartiyê birêz Muharem Înce got em dê aştiyê bînin. Em dê bi gavê samîmî û wêrek kêşeya kurd çareser bikin. Wekî din ti çareyên me nînin.”
Di merasîma CHPê de şeş sed namzetên CHPê jî hatin nasandin. CHP digel bajarên Bakurê Kurdistanê li çend bajarên Tirkiyê jî derdorê 10 namzetên Kurd nîşan da.
Rudaw
