• Thursday, 26 February 2026
logo

Sedir: Hikûmeta bê dê hêza Iraqê vegerîne

Gulan Media October 14, 2021 Nûçe
Sedir: Hikûmeta bê dê hêza Iraqê vegerîne

Rêberê Tevgera Sedirê radigihîne, hikûmeta bê ya Iraqê dê ne ser bi rojhilat û ne ser bi rojava ve be.

Muqteda Sedir li twittera xwe nivîsî, hikûmeta bê ya Iraqê dê ne ser bi rojhilat û ne ser bi rojava ve be û dê hêza Iraqê vegerîne.

Herwiha Muqteda Sedir dijayetiya xwe ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re dubare kir.

Rêberê Tevgera Sedirê daxwaz ji alîgirên xwe kir xwe rabigirin û berjewendiyên giştî li ber çavên xwe bigirin,

Ev di demekê de, li gor encamên hilbijartinên Iraqê, bloka Tevgera Sedirê kursiyên herî zêde yên Encûmena Nûneran a Iraqê bi dest xistine.

Top