Ji Misirê ji bo Rojavayê Kurdistanê piştgirî
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ya di bin serokatiye Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl de serdana Misirê kir.
Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo Viviyan Fetah ragihand: “Aldar Xelîl ji Misirê ji Rûdawê re ragihand, naveroka civîna şanda Rojavayê Kurdistanê ya li gel karbidestên Qahireyê li ser lihev nêzîkirina opozîsyona Sûriyê bûye. Bi taybetî jî kesayetên serbixwe û opozîsyona nerm a Sûriyê.”
Peyamnêrê me got, ku Xelîl gotiye, berpirsên Qahireyê jî ragihandine, ew amadene ji bo bidestxistina mafê tevahî pêkhateyên Sûriyê û Kurdên wî welatî jî serpereştiya projeya lihev nêzîkirina opozîsyonê bikin û li welatê xwe pêşwaziya wan bikin.
Peyamnêra me da xuyakirin: “Aldar Xelîl got ku berpirsên Qahireyê piştigiriya xwe ya ji bo projeya federalîzma bakurê Sûriyê anîne ziman û diyar kirine ew vê projeyê kêrhatî û ji bo tevahiya Sûriyê weke projeyeke baş dibînin.”
Bi gotina Aldar Xelîl rêveberiya Misirê êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê şermezar kiriye.
Peyamnêra me bibîr xist ku Misir yekemîn welat bû, ku êrîşa Tirkiyê ya li hember Efrînê şermezar û ji Tirkiye xwest ku ji Efrînê derbikeve û herêmê careked in radestê Efrîniyan bike.
Rudaw
