• Tuesday, 17 February 2026
logo

Salih Qelab: Lîstokên herêmî nikarin kurd û serokê wan ê dîrokî pişt guh bixin

Salih Qelab: Lîstokên herêmî nikarin kurd û serokê wan ê dîrokî pişt guh bixin
Wezîrê Rewşenbîrî yê Urdinê yê berê Salih Qelab ragehand ku, Helbijartinê Iraqê diya kir ku, ti kes nikare kurdan û serokê wan yê dîrok Mesûd Barzanî piştguh bikin, ji ber ku, hejmareke sereken e.

Nivîskarê navedar ê Urdunî Salih Qelab di gotareke xwe de bi navê Kurd hejmereke serekene di pirsa Iraqê de belav kir tê de amaje bi wê yekê kir ku, Hilbijartina Iraqê yên vê dawiy îsbat kir ku, taybetî li Kurdistanê ku Kak Mesûd Barzanî jimareke sereke ye,hem di hevkêşeya hêzên welatên di navbera herdu rûbarên Iraqê de dijînû hem jî di pirsa kurdî de .

Da zanîn ku, wan helbijartinan diyar kir ku, lîstikên herêmî nekarin Serok Barzanî piştguh bixin û pêgeha wî ya serokatiyê ya pêşeng lawaz bikin. Herwiha da zanîn ku,di van hilbijartinan de piştrast bû ku tenê tiştê rast rast derdikeve û tiştê rast jî ew e ku mirov nikare kurdan û serokê wan ê dîrokî ji ti hevkêşeya li vê herêmê derxîne ku wisa diyar e ku guhertinên bingehîn tê de çêdibin.

Nivîskarî teqez kir ku mafê gelê kurd wek hemû gelên navçeyê mafê dewleta xwe ya serbixwe li ser xaka xwe li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê heye û wiha got: "Çi hewla piştguh kirina vî gelê gewre ji hevkeşeyên navçeyê tenê tê wê wateyê ku aramî û istiqrar neyê vê herêmê."

Herwiha Salih El-Qelab di berdewamiya nivîsa xwe de dubare teqez dike ku mafê kurdan çarenûsê mafê kurdên Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê ye û dibêje: Pirsgirêka kurdan ne li gel ereban e, çi netewe û çi wek gel û dewlet lê kêşeya wan bi Tirkiyeyê re ye, wek dewlet û rejîm, herwiha bi hinek partiyên wê yên neteweperest ên tundrew re ye. Herwiha Îranê, rejîma wê û hêzên sereke yên biryarder re ye.Weke tê zanîn ku, yekemîn dewleta kurdî li Mihabadê sala 1946ê bû yek ji sûtnên wê yên sereke Mela Mistefa Barzanî bavê kak Mesûd Barzanî bû û ew dewlet bi pilanekê di navbera Yelîtiya Sovyet û Amerîkayê hat rûxandin.

Di dawiya gotara xwe de Qelab aşkere kir ku, pêwîste kurd rola xwe ya serke hebe û divê bizanin ku, di nav iraqiyan de hin kes hene dixwezin rola wan lawaz bikin û rê li ber wan bigrin.

Basnews
Top