• Thursday, 26 February 2026
logo

Amerîka: Em êrîşên ser Tirkiyê şermezar dikin

Gulan Media October 13, 2021 Nûçe
Amerîka:  Em  êrîşên  ser  Tirkiyê   şermezar dikin

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerikayê Ned Price, di derbarê kuştina polîsên Tirkiyê yên li nav axa Sûriyê de, bêyî ku navê ti hêzekî bide, ew êrîş şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerikayê Ned Price civîneke çapemeniyê li dar xist û got “Em êrîşên li derveyî sînor li dijî hêzên hevpeymaniya me ya NATOyê Tirkiyê hatine kirin, şermezar dikin û ji bo malbatên herdu polîsên Tirkiyê yên ku li Sûriyê hatine kuştin jî sersxiyê dixwazin.”

Ned Price amaje bi wê yekê kir, ku pabendbûna hemû aliyan, ji bo herêma agirbestê, bihêzkirina aramiya Sûriyê û karkirina ji bo çareseriya siyasî, gelek girîng in.

Herwiha Price got jî “Tirkiyê ji bo me hevpeymanekî girîng ê NATOyê ye û berjewendiyên me yên hevbeş ên weke tekoşîna li dijî terorê û bi dawîkirina şerê li Sûriyê hene.”

Roja 10ê vê mehê, li navçeyên Sûriyê yên bi navê Operesyona Mertala Firat dagîr kirî, û li nêzîkî bajarê Izazê yê Sûriyê, 2 leşkerên taybet yên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Heta niha di derbarê êrişa ser polîsên Tirkiyê de, ti aliyek êrişê negirtiye ser xwe.

Li aliyê din Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, 11ê vê Cotmehê, di konferanseke rojnamevanî de, YPGê ji wê êrîşê tometbar kiribû û gefa operasyonekê li dijî Rojavayê Kurdistanê kiribû.

Erdogan amaje bi operasyoneke leşkerî kir û got “Derbarê hin cihên ku li Sûriyê li dijî welatê me bûne çavkaniya êrîşên terorê, êdî em nikarin xwe ragirin. Em bi biryar in, gefên ku ji van herêman derdikevin yan bi hêzên li wê derê re yan jî bi derfetên xwe ji holê rakin. Êrişa herî dawî ya li dijî polîsên me û tacîzên ku axa me dikin hedef, êdî sebra me nehiştiye. Ji bo ku van pirsgirêkan di zûtirîn dem de çareser bikin, em dê gavên pêwîst bavêjin.”

Top