Kiliçdaroglu: Li ser navê 83 milyon kesî dadê dixwazim
Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku mirovên bê sûc bi hestên tolhildanê di girtigehan de tên hiştin û got ew li ser navê 83 milyon kesî li Tirkiyê dadê dixwaze.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu roja Sêşemê 12ê Cotmeha 2021ê li Parlamentoyê di civîna gruba partiya xwe de axivî û bal kişand ser girtîbûna Osman Kavala û hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş.
Kiliçdaroglu di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku ew terorê wek tawanekî mirovî dibîne û got qetlîama Enqereyê ku 102 kes hatibûn kuştin wek birînekê dilê wan de maye.
Herwiha Kiliçdaroglu diyar kir ku divê bi hevre li dijî terorê derkevin lê mirovên bê sûc jî di girtîgehan de jî nemînin û li Tirkiyê dadê dixwazin.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha axivî: “Ez naxwazim mirovên bê sûc bi hestên tolhildanê di girtîgehan de bên girtin. Heyf e, gûneh e. Osman Kavala çima girtiye? Selahattin Demirtaş çima girtiye? Xwendekarên leşkerî çima girtîne? Parêzerên ku li dadê digerin çima girtîne? Pêwîstiya Tirkiyê bi paqijiya rê heye. Em dê dadê bînin Tirkiyê. Em dê dewletê bi hêrs û zikreşiyê birêve nebin. Eger kî jî bi hêrs û zikreşiyê dewlet birêve bibe dê rewşa îro derkeve holê. Kî silav nede, kî ligel min nebe, kî ji min re li çepikan nede, yên min rexne bike biçe girtîgehê. Sîstemeke wiha nabe.”
Rudaw
