• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Gulan Media October 11, 2021 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 401 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 401 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 53 kes li Hewlêrê, 319 kes li Duhokê, 29 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1655 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 550 kes li Hewlêrê, 445 kes li Silêmaniyê, 563 kes li Duhokê, 33 kes li Helebceyê, 51 kes li Germiyanê û 13 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 343631

Mirin: 6038

Başbûn: 315263

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

 

K24

Top