DUHOK - Agir bi kampê ket: Keçekê canê xwe ji dest da
Berdevkê Polîsê Berevaniya Şaristaniyê yê Duhokê Bêwar Ebdulezîz ji Rûdawê re ragihand ku vê êvarê agir bi çend konên awareyên Kurdên Êzdî ket û di encamê de 4 kon şewitîn û keçeke 17 salî di nav agir de şewitî û canê xwe ji dest da.”
Peyamnêrê Rûdawê Karwan Elî jî eşkere kir ku navê keçika 17 salî Şîrîn Xalid e û ji devera Guhbel a ser bi Şingalê ye.
Karwan Elî herwiha diyar kir ku zêdetirî 4 hezar kon di nav kampê de hene.
Rudaw
