• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li rojavayê Bexdayê teqîneke xwekujî li restaurantekê de pêkhat!

Li rojavayê Bexdayê teqîneke xwekujî li restaurantekê de pêkhat!
Îro 24.05.2018ê teqîneke xwekujiyê li restauranteke li parka Şuile ya li rojavayê paytext Bexdayê pêkhat.

Çavkaniyên ewlehiyê yên bajar ragehandin ku xwekujekê ku pişta xwe bi bombeyan pêçaye restauranta zeytûn a li parka Şuile xwe teqandiye.

Heman çavkaniyan behsa wê yekê kirin ku di teqînê de 3 kes hatine kuştin, 7 kes jî birîndar bûne.

Heta naha ti aliyekê berpirsyariya xwe di wê teqînê de ne ragehandiye.

Basnews
Top