• Wednesday, 18 February 2026
logo

KURDISTAN - DAIŞê êrîşî gund kir: Kuştî û birîndar hene

KURDISTAN - DAIŞê êrîşî gund kir: Kuştî û birîndar hene
Çekdarên DAIŞê li bajarokê Şêx Baba êrîşî gundekî Ereban kir û di encamê de şer derket. Asayîşa Germiyanê jî radigihîne, ku kuştî û birîndar hene.

Demjimêr 22:00ê îşev 23-05-2018, çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Silêman Wehab a bajarokê Şêx Baba ya ser bi navçeya Gulale kirin.



Rêveberê Asayîşa Navçeya Kokîsê Simko Elî ji Rûdawê re ragihand: “Grûbeke çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser gundê Silêman Wehab. Heta niha jî di navbera DAIŞiyan û nîştecihên gund de şer û pevçûn berdewam dikin.”



Simko Elî da zanîn, ku nîştecihê gund Ereb in û got: “Li gorî zanyariyên gihiştine destê me 3 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar e.”



Nîştecihên gundê Silêman Webah Erebên Sûnnî ne û ev gund li başûrê rojhilatê navçeya Gûlale ye.

Rudaw
Top