• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokwezîrê Nemsayê dest ji kar berda

Gulan Media October 10, 2021 Nûçe
Serokwezîrê Nemsayê dest ji kar berda

Serokwezîrê Nemsayê Sebastiyan Kurz bi sedema lêpirsîna gendeliyê di derbarê wî de hatiye kirin, dest ji posta xwe ya serokwezîrtiyê berda.

Serokwezîrê Nemsayê Sebastiyan Kurz ku di heman demê de serokê Partiya Gel a Nemsayê ye, di civîneke rojnamevanî de ragihand ku hevpeymana wan Partiya Kesk naxwaze bi wî re wê hevpeymaniyê dewam bike, lê ji ber corona, rewşa aboriyê û ji bo biryarên hatine dayîn bên cîbicîkirin, pêwîstiya wî welatî bi îstîqrarê heye.

Sebastiyan Kurz diyar kir ku, li dûv helwesta Partiya Keskan, wî ji rêveberiya partiya xwe xwest ku karê xwe bidomînin û Wezîrê Derve Alexander Schallenberg, ji bo postê Serokwezîr pêşniyar kir.

Kurz anî ziman ku Schallenberg siyasetvanekî girînge û ew bi xwe, dê li ser erka xwe ya serokatiya partiyê û serokatiya meclisê berdewam be.

Serokê Partiya Keskan Werner Kogler jî duh ragihandibû ku naxwazin bi Kurz re hevpeymaniya xwe berdewam bikin û daxwaz ji rêveberiya Partiya Gel a Nemsayê kiribû ku divî ew berpirsiyara bigirin ser xwe û ji bo serokwezîrtiyê kesek din pêşniyar bikin.

 

Rudaw

Top