Termê Adil Murad geheşt Kurdistanê
Îro 24.05.2018ê demjimêr 09:00ê serê sibê termê sekreterê encûmena navendî ya YNKê Adil Murad ku yek ji damezrînerên YNKê ye, bi rêya balefirgeha navnetewî ya Bexdayê ve geheşte balefirgeha navnetewî ya Silêmaniyê.
Biryare termê Adil Murad ku roja înê 18.05.2018ê li Almanyayê koça dawî kir û hat zanîn dê li girê Selîm Beg ê bajarê Silêmaniyê dê ji axê re bê spartin.
Adil Murad sala 1949ê li bajarê Xaniqîn ji dayîk bûye. Yek ji wan kesan bû ku nêzîk sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî û Koordînatorê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa ku koça dawî kirine bû.
Basnews
