• Wednesday, 18 February 2026
logo

PDK û YNK: Dê tîmeka Kurdistanî ji bo pêkanîna hikumetê hebe

PDK û YNK: Dê tîmeka Kurdistanî ji bo pêkanîna hikumetê hebe
Şandên hevpişikên PDKê û YNKê îro li Bexdayê civiyan û ragihandin; Ev seredana wan rawêjkarîye.
Li gorî agahîyên WAARê îro şandên PDKê û YNKê li Bexda paytexta Îraqê civîyan, seredana alîyan ji bo pêkanîna hikumeta nû ya Îraqê gotûbêj kirin.
Piştî civînê jî her yek ji Xisro Goran û Xald Şiwanî endamên şandên PDKê û YNKê di prêskonferansekî de ragihandin; Seredana şandên YNKê û PDKê ji bo Bexda û alîyên Îraqî, tenê ji bo haydarbûnê ye li ser boçûnên alîyên sîyasî yên Îraqî.
Herweha tekez kirin, civînên PDKê û YNKê digel alîyên Kurdistanî dê li Herêma Kurdistanê li qonaxa bê dê dest pê biken bi armanca pêkanîna tîmeka hevpişik ji bo gotûbêjên pêkanîna hikumeta nû ya Îraqê.

Waar.tv
Top