• Thursday, 26 February 2026
logo

YNKê bombebarana Tirkiyê şermezar kir

Gulan Media October 9, 2021 Nûçe
YNKê  bombebarana   Tirkiyê   şermezar   kir

 Polîtburoya YNKê bombebarana Tirkiyê ya li herêma Çemçemal şermezar kir û daxwaz kir ku demildest ew êriş werin rawestandin. Di êrişa vê êvarê de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Firokeyên Tirkiyê îro gundê Seydan ê ser bi bajarokê Qerehencîr ve li navçeya Çemçemal bomberan kirin ku ev cara duyem e Tirkiye êrişên esmanî li ser wê herêmê pêk tîne.

Berdevkê Tendirustiya Çemçemal Şerîf Rehîm ji Rûdawê re ragihand ku di encama bombebarana vê êvarê de, kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî derbarê bombebaranê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, YNK “bombebarana firokeyên artêşa Tirkiyê ya bo ser herêma Qerehencîr li nêzikî bajarê Kerkûkê şermezar dike ku qurbanî û ziyan di encamê de hebûne.”

YNK dibêje, “Ev sînorderbaskirin, pêşhateke xerab e ku navend û kûrahiya Kurdistan û Iraqê li xwe girtiye, lewma em daxwaza demildest ragirtinê dikin. Ji ber ku ti hincetek nabe sedema sînorderbaskirin û ziyangihandina bi xelkê bêtawan.”

Berdevkê Tendirustiya Çemçemal derbarê nasnama qurbaniyên wê êrişê de ragihand, di êrişê de jinek hat kuştin û du zilam jî birîndar bûn û got, ji ber jinavçûna cenaze, ew nikarin temen û nasnama wê jinê diyar bikin.

Cenazeyê wê jina hatiye kuştin, bo Pizîşkiya Dadê ya Silêmaniyê hatiye veguhastin û du kesên birîndar jî li nexweşxaneya Çemçemal çareseriyê werdigirin.

Polîtburoya YNKê daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kir ku erkê destûrî û niştimanî yê xwe di dakokîkirina li xaka Iraqê bi Kurdistanê ve bikar nîne û “bi rêyên kenalên dîplomatîk hikûmeta Tirkiyê li ser van binpêkariyan agahdar bike.”

 

K24

Top