Sîhad Barzanî: Kêşe di amûrên dengdanê de heye
dibêje kartên dengdanê yên dengderan nayên xwendin.
Çend amûr kartin dengdanê naxwînin.
Fermandarê hêzên Pêşmerge Sîhad Barzanî di dema beşdarî kirin di prosesa dengdana tabet de ragihand ku li bazneya me (devera dengdana me) kêşe di nava amûrên komîsyonê de derketine.
Sîhad Barzanî diyar kir ku, amûrên elektirîkî yên dengdanê rastî kêşeyan hatine, kartên dengdanê yên dengderan naxwînin.
Barzanî herwiha daxwaz ji endamên hêzên ewlekarî û welatiyan kir ku, beşdarî di hilbijartinan de bikin jiber ku ev hilbijartin gelek girînge.
