Ebadî hêzeke Kurdî li Kerkûkê ava dike
Cîgirê Berpirsê Melbenda Kerkûkê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yasîn Izedîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Heta niha zelal nîne ku ew firqeya leşkerî dê çawan were avakirin, lê belê birya re ew firqe ser bi artêşa Iraqê be û tenê ji pêkhateya Kurdî ya Kerkûkê were pêkanîn. Mebesta sereke ji damezrandina wê hêzê jî parastina ewlekariya Kerkûkê ye.”
Wî berpirsî YNKê herwiha behsa wê yekê jî kir, ku hêj navnivîsîn ji bo damezrandina wê hêza leşkerî li Kerkûkê dest pê nebûye, lê belê da xuyakirin, ku hewl bo wê yekê tên dan.
Yasîn Izedîn got: Bi baweriya me, damezrandina wê hêzê karekî xirab e û pêwîst e aliyên Kurdistanî rêgiriyê li wî karî bikin, çimku Kerkûk li gorî destûrê navçeyeke nakok e û divê bi hevbeş birêve biçe.
Izedîn destnîşan kir: “Gelek pêwîst e ku hêza pêşmerge vegere Kerkûkê.”
Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ve bi alîkariya beşek ji hêzên YNKê, rewşa wê parêzgehê aloz e û aliyên Kurdistanî tekez dikin, ku pêwîst e hêzên pêşmerge vergerin Kerkûkê û dibêjin, tenê bi vegera pêşmerge dê aramî û ewlehî vegere wê parêzgehê.
Ew yek di demekê de ye, ku 11 roj beriya niha û di 12ê Gulanê de hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê li seranserê Iraqê û parêzgeha Kerkûkê jî birêveçûn û tevî ku PDKê hilbijartin li Kerkûkê baykot kiribû û partiyên Kurdî bi çend lîstên cuda tevlî hilbijartinan bibûn, lê kurdan 6 kursî ji 12 kursiyên wê parêzgehê bi dest xistin, ku her 6 kursî jî ji aliyê lîsta YNKê ve hatine bidestxistin.
Di hilbijartinan de, hevpeymaniya Erebî 3 kursî û Eniya Tirkmeniya Iraqê jî 3 kursiyên parlamentoyê yên pişka parêzgeha Kerkûkê bi dest xistin.
Rudaw
